Yaşam

Merheba Burhan Sonmez

Em ê romanekê evînê û tolhildanê bixwînin. Li ser her tiştî evînek û heyfstendinê em ê bibînin. Tê bîra meriv ku di nav jiyana hûrgulî da bi evînê çawa mezin û bilind dibe heyat. Evîn û îxanet hertim çav diqirpîne ji me re, ev her du zidbûn/dijbûnî çawa bi aheng rabûye reqsê dide hîskirin. Bi hêz û qeweta eşqê va em hêmakirina ji heq derketine dişopînin, wek dibin ava zelal de xîçikên tên xuyakirin ew ê were dîtin. Çi qas zelal be jî hêmakirina wî bi qasî aliyê din ve jî mesleyek hişkegirêk î jî dide pêşiya me. Li hemberî dem û wextbûnê de wek Bedenên Amedê li ber xwe bidin jî bi mehitîne/peritîbûne ve rûyê xwe vedigerîne hindir û li wir mezin dibe.

Bi hesreta salan û bi vê rêyê tiştê ku derketiye meydanê bi înyada evînê xwe vegerandiye pîrozbûnê. Ji serî heta dawî ev înyada pîroz bi me re rêhevaltî dike. Belkî ji bo hin kesan belkî ji bo me hemûyan; gelo jiyan bi nefesa evînê nay tehemûl kirin? Li gor Kafka heyat bi evîna Mîlenayê re dihat tehemûl kirin. Û wisa digot di nameya xwe de; “Ez wisa difikiriyam ku heta vê gavê tehemûla min a jiyanê tine be. Min tehemûla mirovan nedikir û ji wiya min şerm dikir. Lê vê gavê tu, ji bo min heyata ku nedihat tehemûl kirin bi te jiyanek tune ye ku neyê tehemûl kirin.”

Carek din ez ê xwe bispêrim “êşa gerduniya” Arthur Schopenhauer û bibîr bixim. Gerdûna jiyanê bi temamî ji êşê pêk neyê jî bi her serî vegerandinê tiştê ku em dibînin êş e. Jiyana ku em li hemberî wê bêtehemûl in tê de em evînê tehm dikin û bi dînamîka wê em hereket dikin. Wek karekterên romanê Ferdy Kaplan û Amalya tehemûlkirina li hemberî jiyanê evîn bû wan dida meşandin.

“Amalyayê dest da ser cênîkê wî ya rastê yê ku diêşîya, dû re gelpikê wî maç kir”[r.12]. Kaplan û Amalya tiştên ku bi evîne re xemilandine, çalakî û pratîkên wan bo jiyanê rakin ser linga û ji nû ve bidin çêkirinê di bingeha wê de bêguman evînek veşartiye. Jokerên mê û dê dîsa li hemberî jiyanê tehemûlan wan bi evînê re bi rê ve diçû. Welat hatiye talankirin, hatiye dagirkirin, civata ku dibin gefên serdestan de liberxwe dide û têkoşîna xwe didomîne bêşik dîsa di bingeha wê de eşqa azadiyê û serbestbûnê heye.

Dihewîne di nav refên xwe de welatekî azad û serbest. Ev hêvî û eşqa serbestbûnê nîn bûya me yê çima li hemberî jiyanê tehemûl bikira? Yan jî eşqa ziman di dil de geş û har nîn bûya ev nivîs çima bi vê zimanê bihatina nivîsandin. Axirê di dawiya berhemê de li hemberî me pirsek xwe dide ferzkirinê. Bawerî har dike evînê an evîn har dike? Bitikûtenê em bi vê pirsê re dimînin.

Burhan Sonmez pirtûka wiya dawî bi navê “Evîndarên Franz K.”yê de karakterê sereke Ferdy Kaplan piştî çalakiyê, bi parastina xwe, bi baweriya xwe û tiştê ku pişta xwe sipartiye wî encama ku derdixe meydanê min îkna kir. Karakterekî serkeftî, xwînsariya li hemberî xwîner heye. Ji bo çi pêk aniye, çima ev çalakiyê li orta rastê qewîmiye baş dizane û li gor baweriya xwe meriv îkna dike. Li ser etîk û encamên wî bi pirsên pîralî û gelek î di hiş de ji xwe re peyda dike. Lê bersiv aram in û pêvajoyeke bi gengaşî tê ser sehnê. Di destpêkê de bi pirsên Komîser Muller û bersivên Kaplan çaxê em tînin ba hevûdin profîlekî bi hêz û bawer derdikeve pêşberî me. Ka em ji destpêkê du diyalogan bixweynin:

Komîser Muller: “Em ê bigihin vê yekê. Li gor dosyaya li vir, hûn li Taxa Steglitzê dimînin. Dîya we Alman e, bavê we Tirk e. Xuya dike ku hûn li Stenbolê dijîn. Hûn gelek caran diçin Parîsê. Pêşî ji min re vê bêjin, kengî hûn hatin Berlînê?”

Ferdy Kaplan: “Ez li vir hatime dinyayê. Ez ji vir im. Bi min re wekî ku ez bîyanî bim neaxivin.”[r.12].

Komîser Müller bi maneya tu ne “Almanî” û bersiva ku Kaplan daye me divê ser eslîbûna xwîn. Serdest qîma xwe tenê bixwîn re nahelin; bi çandî jî dixwazin wek wan bin. Diya Kaplan bi eslê xwe alman e, bavê wî tirk e û hem dê hem jî bav alîgerên Naziyan e. Jixwe bi bombebaranê re jiyana xwe dest didin. Li Rojavayê Berlînê ev mesele rû dide. Çimkî pêvxistina nivîskar û karekterên ku neqiş kiriye bi hêla gengeşiyê ve xurt in. Li gor şert û mercên serdemê hêla Rojava li gor Rojhilat bêhtir bi demokrasiyê ve giredayîyê dibe ku em viya di ber çav da derbas bikin. Ev jî bingeha gengeşiyê, parastinê, axaftinê, xweîfadekirinê çi li girtîgehê çi li dadgehê be bi rihetî ev pêktê. Pirsa ku çima li “Rojavayê Berlînê”yê bersiva wî ev bû. Nivîskar ji bo romanê qadek fireh vekiriye û bi rastî dîsa li gor serdemê bi konfor e. Ev meseleya ku gelek tişt li xwe bar kiriye piştî çend salên Şerê Cîhana Duyemîn bûye. Dinya hêdî hêdî dihat ser xwe lê di nav pergaleke du serî ve dimeşiya wek îroya me, yek serî nîne. Bajerekî qedîm di navbera ev pergalan de hatibû parvekirin.

Belê rihê Hîtler li ser esmanên welatan gefan nexwe jî û binketî be jî zindîbûna xwe parast û heta roja me mixabin geş bû, hê jî bi hemû astengiyan geşbûn û hêza xwe mezin dike. Ji roja me rewş û halê dinyayê diyar e. Li her quncikên dinyayê li gor çand û erdnîgariyê neo-nazî henin. Hêjmerên wan ne kêm in jî. Hema em mînakeke ji nivîskarê romanê Burhan Sonmez bidin. Sonmez, bi zimanê xwe yê nav malê, yê ku hatiye astengkirin, ew ê ku dane ber kêran, dane ber gulleyan, dane ber gefan û kuştinê; di temenê xwe yê pencî û şeşan de nivîsî. Ez viya tenê bi rihê naziyan dikarim pênase bikim û bidin ber we. Ji xeynî wî ti tiştek tine ye ku ez weynim ber xwe û we. Komîser Muller çawa ku bi pirsên xwe yê “tu ne ji me yî” dikir, Kaplan li welatê bavê xwe jî nêzikatiyeke cuda hîs nake. Li vir jî ketine pey xwîna esîlî. Du welat û du gel lê hevpariyeke yekane.

Em dîsa vegerin ser lêpirsîna di girtîgehê de diqewime. Me gotibû Komîser Muller bena dabû destê Kaplan. Yan jî Kaplan bi bawerî û eqlê xwe bena kir destê xwe û qet berneda. Ji bo xwîner jî wisa ye ben di destê karekter daye û te îkna dike. Dibe ku Komîser Muller bi vê teknîka xwe ya ku em rexne pê dikin lêpirsînê bimeşine. Em baş dizanin karên polêsan feq e. Bi kin û kurtasî Kaplan di nav lepên lêpirsîne/sorgu-lama de lêpirsîniyê dike. Di taliya talî de li hemberî Kaplan komîserek qels û ji hêzê ketî heye. Kaplan hêza xwe ya îknakirinê ne tenê ji komiserê deyndarê Heyeta Dadgehe û Max Brod jî gelek alîkariya wî kirine. Geh li girtîgehê geh li dadgehê performansa ku tê dîtin û hatiye ser dîkê xwîner bi aliyê erêkirinê ve bi rihetî dibe. Çalakiya Kaplan naçe ser armanca xwe û ciwanek bêguneh di çalakiyê de tê kuştin. Kaplan, di dadgehê de hê dest bi parastina xwe nake, berê xwe dide bav û diya ciwanê ku bi şaşîtî kuştiye efûkirinê daxwaz dike, lêborîna xwe ji bav û dê dike. Bi vê seknê û tevgirtinê empatiya xwîner li hemberî sucdar Ferdy Kaplan zêde dike. Hemû tişt li gor dilê Kaplan diçe. Kaplan ji bo parastina xwe bi lez û bez tevnagere, ev yek jî avantejeke dide destê wî û bi pê re xwîner jî ji romanê dûr nakeve. Meraqa xwîner bi xwînsariya karakterê re her ku diçe hendazeya/pîvane wî bi aheng bilind dibe. Kaotîkbûna însên bibîr dixe.

Nakokiyan dide der. Bi destnîşanî rexneyan bar dike. Pişta xwe jî nazivire ji rexneyên nostaljîk re. Pirtûk bi demborî yê ve têkîliyekî xurt daniye. Berhem serîlêdana bi “kevnbûnê” re keyfxweş e. Li ser demborî yê ve çûndin û hatinên wî zêde nebin jî rexneyên li ser gunertine hatiye kirin ne bi dilê nivîskare. Guhertineke ji hiş û ferasetê bêpar xwe çawa vegerandiye talankarî dide ber me. Ev rih bi kevnbûnê/bîr/demborî re şa dibe û radibe ser xwe. Kî zane belkî tehemûla wan li wir veşartiye. Ji bo zarokekî deh salî ku ji Berlîna şewitî û hilweşandî hatibû, Stenbol warekî efsûnî bû. Di navbera birc, qubbe dinêrî. Xwe davêt nava bazarên bicoş û bextewariya li ser rûyê mirovan temaşe dikir. Wî guh dida dengê erebeyên hespan, trênên derbajarî û vapûran, dibê nivîskar[r.13].

Tiştê ku encema guhertinê daketiye kolanan hem ji aqlên wan e hem jî ji rihên wan e. Sosret e û li berbiçav e jî. Bi rihên bajaran jî dileyzin, pûç dikin, tehmasarkî dikin, şor dikin. Kin û kurtasî naxwazin ti tiştek têda bimîne. Bajarên ku rihên wan hatiye daliqandin. Piştî şerê, hal û wextê dinyayê em dixweynin. Di nav wan şert û mercên de nivîskarekî bêdeng jî bi me re dimeşe. Her tim li kêleka me îxaneta ku li Kafkayê bûye rû dide. Em ê mijarê di dawî nivîsê de deynin ber xwe. Sonmez bêdengî karakterê Kaplan çêkiriye û di ser de bi xwînsarî daye xeberdan. Dîsa li pişt karakter hebûna evînê dîsa bi bêdengî hatiye ava kirin. Ger ji min bê pirsîn romana Evîndarên Franz K. ji bo te çiye ez ê yekser bibêjim romaneke bêdeng e. Bêdengiya wê gengeşiya deriyê hindir ji me re vedike. Ew ê nivîsa bidome…

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

habergurgentepe.com.tr

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

-
Başa dön tuşu
escort
istanbul escort
istanbul escort
istanbul escort
istanbul escort
istanbul escort
adalar escort
arnavutköy escort
ataşehir escort
avcılar escort
bağcılar escort
bahçelievler escort
bakırköy escort
başakşehir escort
bayrampaşa escort
beşiktaş escort
beykoz escort
beylikdüzü escort
beyoğlu escort
büyükçekmece escort
çatalca escort
çekmeköy escort
esenler escort
esenyurt escort
eyüp escort
fatih escort
gaziosmanpaşa escort
güngören escort
kadıköy escort
kağıthane escort
kartal escort
küçükçekmece escort
maltepe escort
pendik escort
sancaktepe escort
sarıyer escort
şile escort
silivri escort
şişli escort
sultanbeyli escort
sultangazi escort
tuzla escort
ümraniye escort
üsküdar escort
zeytinburnu escort
istanbul escort